Komîsyona hilbijartinê: Maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila her kes dengê xwe bide

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila hemû hemwelatî dengê xwe bidin.

12.05.2018, Cts - 12:31

Komîsyona hilbijartinê: Maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila her kes dengê xwe bide
Nuçe Belav bike

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila hemû hemwelatî dengê xwe bidin. Dengdan îro sibê seet li 07:00an destpêkiribû û seet li 018:00an jî bi dawî dibe.

Berpirsê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê Elî Qadîr ji bo maweyê dengdanê daxuyaniyek da. Elî Qadîr di axaftina xwe de got: "Maweyê dengdanê bi tu awayî nayê dirêjkirin. Çimkî karê dengdanê bi sîstema elektronîk pêk tê û ev sîstem jî piştî seet 18:00an jiber xwe radiweste."

Elî Qadîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Encamên dengdanê piştî qedandina mawe bi du seetan em ê li navendên hilbijartinê eşkere bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1069 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:31:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x