Komîsyona referandûmê bersiva Bexdayê da

Derbarê biryara Dadgeha Bexdayê ya girtina serok û endamên Komisyona Herêma Kurdistanê de, Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed bersiv da û got; “Ew biryara dadgeha Iraqê ya li dijî serok û endameba Komisyona Bilind biryareke siyasî ye."

11.10.2017, Çar - 12:51

Komîsyona referandûmê bersiva Bexdayê da
Nuçe Belav bike

Îro Peyvdarê bi navê Encûmena Dadweriya Bilind Ebdilsetar Beyreqdar ragihand, “Dadgeha Iraqê biryara girtina serok û endamên komisyonê derkir, ji ber ku serperiştiya referandûma Herêma Kurdistanê kiriye.”

Herwiha gotiye: “Ew biryar bi piştbestin bi giliya Encûmena Asayişa Netewî derkiriye, ku dibêje biryara Dadgeha Federalî binpê kiriye.”

Beyreqdar tekez kiriye ku, “Dadgehê li gor benda 329 a Yasaya Sizayan, biryar girtina serok û endamên koisyonê derkiriye.”

Di wê derbarê de, Peyvdarê bi navê nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Seid Hudeysî ragihand, hikûmet pêdaçûnê ji bo cibicîkirina biyara girtina serok û endamên Komisyona Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha got: “Dadgeha Iraqê biryara girtin û lêpirsîna yasayî daye û niha ji aliyê dadgeha Iraqê ve tên xwastin. Biryara girtinê ji erkê hêzên ewlehiyê ye û ne zehmet e, îro yan sibe yan her demekê ew biryar cibicî dibe.”

Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed bersiv da û got; "“Ew biryara dadgeha Iraqê ya li dijî serok û endameba Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê derkiriye, biryareke siyasî ye û wek biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya serdama rêjîma Beis a rûxyayî ye.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x