Konsulê Amerîka spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê Steve Fagin civiyan û her du aliyan rewşa navçê û qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û di wê çarçovê de Konsulê Amerîka spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye.

08.01.2019, Sal - 06:00

Konsulê Amerîka spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Di wê derbarê malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, “Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Steve Fagin Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Serokwezîrê Kurdistanê digel konsulê Amerîkayê, têkeliyên Herêma Kurdistanê bi Amerîkayê di qonaxên borî û di vê qonaxê de, rewşa aboriya Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene di civînekê de gotûbêj kirin.

Steve Fagin spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewndinê û alîkarî û xizmeta wan dike. Fagin, herwesa, siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya di warê giringîdan bi kultûra pêkvejiyan û lêbihurînê bilind nirxand.

Serowkezîrê ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanêm kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser encamdana çaksaziyan û çareserkirina pirsgirêkan bi Bexdayê re berdewam dibe.

Rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên herêmî mijarên din yên civînê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 695 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x