Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li herêma erdhejê gelekî watedar bû

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Mewlûd Yakut “Peyama ku serokê rêzdar, birêz Barzanî li wir pêşkêş kir ji bo min gelekî watedar hat dema ku got, "Em hevparên xema we ne. Xema we xema me ye." Wî ew peyam da ku ev xema me ya hevpar e. Ez vê yekê pir watedar dibînim. Ji ber vê yekê em spasiya wan dikin.”

25.02.2023, Cts - 07:44

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li herêma erdhejê gelekî watedar bû
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Mewlûd Yakut di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand, “Peyama ku serokê rêzdar, birêz Barzanî li wir pêşkêş kir ji bo min gelekî watedar hat dema ku got, "Em hevparên xema we ne. Xema we xema me ye." Wî ew peyam da ku ev xema me ya hevpar e. Ez vê yekê pir watedar dibînim. Ji ber vê yekê em spasiya wan dikin.”

Her wiha dibêje ku Nêçîrvan Barzanî bi serdana xwe ya Konulxaneya Giştî ya Tirkiyê li Hewlêrê di 13ê Sibatê de “piştgiriya xwe li ser asta herî bilind diyar kir.”

Her wiha balê dikişîne ser gotineke Serokê Herêma Kurdistanê ya di roja 14ê Sibatê de dema serdana ziyanmendên erdhejê li parêzgeha Dîlokê kir û li wir ragihand, “Em şirîkên xema we ne, xema we xema me ye”, Konsulê Tirkiyê di vî warî de dibêje, “Ew peyam da ku ev xema me ya hevbeş e. Ez vê pir watedar dibînim. Her lewra em spasiya wan dikin.”

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê Mihemed Mewlûd Yakut roja 19ê sibatê serdana Tora Medyayî ya Rûdawê kir û Tora Medyayî ya Rûdawê jî ev hevpeyvîn bi wî re saz kir.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê dibêje, “Bê guman rêveberiya herêmî ya Kurdên Iraqê yek ji yên yekemîn bû ku alîkarî şandin Tirkiyê.”

Hevpeyvîna Hewraz Gulpî ya bi Konsulê Giştî yê Tirkiyê Mihemed Mewlûd Yakut re:

Peyamnêr: Konsulê rêzdar, spas ji bo vê derfetê û tu bi xêr hatî Rûdawê. Her wiha tu bi xêr hatî Herêma Kurdistan û Hewlêrê. Em kêfxweş in ku tu saxlem î. Em pê hesiyan ku tu di dema erdhejê de li Edeneyê bûyî. Erdhej çawa bû?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Ez ji bo vê derfetê gelekî spasiya we dikim. Me navê wan erdhejên ku li Kahramanmaraşê dan kir bobelata sedsalê. Xwedê wan kesan efû bike ku canê xwe ji dest dan û ez başbûneke bilez jî ji birîndaran re diwazim. Bê guman, du erdhejên pir bibandor qewimîn. Cara pêşî bandor li ser 10 parêzgehên me kir. Paşê Parêzgeha Elazigê (Elezîzê) jî li wan zêde bû û bûn 11 parêzgeh. Li gor ên din, bandoreke kêmtir li Edeneyê kir û kêmtir hest pê hat kirin. Li Edeneyê 12 avahî hilweşiyan. Mixabin, bêhtirî 400 kesan canî xwe ji dest da. Ziyaneke mezin giha nêzîkî 50 avahiyan jî. Îcar ez wî çaxî bi malbata xwe re, em çûn kolanê û tûşî şaşwazîyê bûn. Êdî erdhej bi vî rengî ye û xelkê tûşî şaşwaziyê dike. Bê guman, erdhej li Kahramanmaraşê ku navenda erdhejê bû, pir hest pê hat kirin. Li gor parêzgehan, mixabin li Hetayê jî ziyana wê mezin bû.

Peyamnêr: Li gor daxuyaniyên berpirsên Herêma Kurdistanê, tîmên Herêma Kurdistanê yekem tîmên derve bûn ku gihiştin navçeyên ku erdhejê li wan da li Tirkiyê. Hûn çawa li vê helwesta Herêma Kurdistanê mêze dikin?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Bê guman rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê yek ji yên yekemîn bû ku alîkarî şandin Tirkiyê. Stafên lêgerîn û rizgarkirinê hatin şandin. Stafên tendirustiyê hatin şandin. Tevî vê jî, alîkariyên mirovî jî hatin şandin. Bê guman, em vê wek helwesteke hestyar dibînin. Ez vê wek piştevaniyeke watedar dibînim. Pir jî cihê rêzgirtinê ye. Çimkî ji êvara roja erdhejê ve alîkarî ji hêla rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê ve hatin şandin. Bê guman, ev pêwîstiyeke têkiliya cînartiyê ye. Cînar di demên dijwar de diçe alîkariya cînarê xwe. Bi vê helkeftê ez, ji bo nîşandana wê hestyarî û piştevaniya ku cihê rêzgirtinê ye, spasdariya xwe pêşkêş dikim.

Peyamnêr: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana konsulxaneya we kir û paşê çû navçeyên ku erdhejê li wan da li Gazî Entabê û piştre jî çû Enqereyê û ji hêla Recep Teyyib Erdogan ve hat pêşwazîkirin. Hûn çawa li vê serdanê dinêrin?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Di rastiyê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi serdana konsulxaneya me piştevaniya xwe li ser asta herî bilind nîşan da. Bê guman, ev ji bo me pir watedar bû. Wekî din, hikûmetê jî bi lezgînî biryar da û ji bo alîkariya Tirkiyê kampanya da destpêkirin. Wek we bal kişand ser, serokê herêmê rêzdar Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir. Çû Dîlokê û li navçeyên ku erdhejê li wan da çavê wî bi ziyandîtiyên erdhejê ket. Peyama ku serokê rêzdar, birêz Barzanî li wir pêşkêş kir ji bo min gelekî watedar hat dema ku got: "Em hevparên xema we ne. Xema we xema me ye." Wî ew peyam da ku ev xema me ya hevpar e. Ez vê yekê pir watedar dibînim. Ji ber vê yekê em spasiya wan dikin.

Peyamnêr: Di heman demê de, bi qewimîna erdhejan re, bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dest bi şandina alîkarî û tîmên rizgarkirinê bo navçeyên ku erdhejê li Tirkiyê li wan da, kirin. Her wiha, serokê Herêma Kurdistanê bi xwe jî çû navçeyên ku erdhejê li wan da û kesên lêqewimî dîtin. Li gor te, ev dê bibe sedema bihêzkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Guman tê de nîne ku erdhej tiştekî xemgîn e, lê ez di wê baweriyê de me ku dostanî û piştevaniya di navbera me de piştrast kir. Bi rastî, şêniyên rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê bi hemû çîn û texên xwe, çi dezgehên fermî û çi saziyên sivîl an jî welatiyên asayî bin, ew hest dan ku piştevankiya Tirkiyê dikin. Tevahiya çavkaniyan hatin rêkxistin. Parêzgeh û qayimeqamî, ji her alî ve kampanya hatin organîzekirin. Li vir li Hewlêrê jî, kampanyayek hat organîzekirin ku em çûnê û me giringîdan û piştevaniya xelkê ji bo Tirkiyê ji nêzîk ve dît. Me jineke 70 salî li wir dît, her wiha keçeke 7 salî jî li wir bû. Bi rastî vê yekê hestên me livand. Wek min got, dostanî di kêliyên dijwar de tê ezmûnkirin. Ez dikarim bibêjim ku bi sedema wê erdhejê dostaniya me bihêztir bû. Jixwe, têkiliyên me yên piralî bi rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê re hene: Têkiliya me ya bazirganî heye, têkiliya perwerdeyî û hevahengiya me ya tendirustî û ewlekarî heye û di gelek warên din de jî. Her wiha xwesteka me ya pêşxistina zêdetir a pêwendiyên me heye. Ez ê di qonaxa li pêş de û di dema erkê xwe de ji bo vê yekê bixebitim. Wek min got, bi sedema erdhejê, piştgiriya me ji hev re piştrast bû. Bi izna Xwedê, ji niha û bi şûn de jî, em ê di qadeke aram û saxlem de, di pêşxistina têkiliyên xwe de berdewam bin.

Peyamnêr: Hevahengiya we bi Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî re çawa ye?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Bê guman çi li gel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî; îcar di vê navberê de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hê ji destpêkê ve alîkarî şandin. Bi şandina stafên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyên mirovî ku şandin, xwe gihand navçeya ku erdhejê lêda. Em ji bo vê yekê spasdar in. Her wiha Dezgeha Barzanî hevkariya bakurê rojavayê Sûriyê jî kir, ji bo Efrîn û Cindirêsê. Ji bo alîkariyên ku ber bi Tirkiyê û hevkariyên ku ber bi Sûriyê ve jî hatin şandin, me hevahengî bi beşa pêwendiyên derve ya rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê re kir. Em bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re jî di peywendî û hemahengiyeke berdewam de ne. Wek konsulxane tiştê ji destê me were wek alîkarî û hevahengiyê em ê pêşkêş bikin ji bo hêsankirina karê dezgeha xêrxwazî yê gihandina alîkariyên mirovî û em ê berdewam bin jî.

Peyamnêr: Xelk û rêxistin heta kengê dikarin alîkariyê ji ziyandîtiyên erdheja Tirkiyê û devera Efrînê re bişînin?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Niha karên hevahengiyê ji aliyê dezgeheke hikûmî ve ku AFAD e birêve diçin. Ew kar ji aliyê serokatiya karesat û rewşên awarte ve tên birêvebirin. Li gor daxuyaniyên dawî yên AFADê, hîna karên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Dibe ku sibe biqedin. Ji aliyekî din ve, rakirina kavilan hatiye destpêkirin. Di heman demê de, dê tomarkirina ziyanên madî jî bê şopandin. Her wiha ji bo qada ku wê avahiyên nû li ser bên dirustkirin, plan tên sazkirin û kar li ser hin planên din jî tê kirin. Niha li Tirkiyê ji 59 welatan, zêdetirî 4 hezar û 800 kesan di karê li ser qadê de berdewam in. Beşek ji tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ku karên wan qediyan, çûn. Bê guman li ser ka dê ev alîkarî heta kengî berdewam bibin? Ev girêdayî biryara AFADê ye. Ez di wê baweriyê de me ku wê di çend rojên pêş de li ser asta bilind a welatê me, daxuyaniyek di vî warî de bê weşandin.

Peyamnêr: Tişta ku piştî qewimîna erdhejê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hat kirin, di bendewariya we de bû?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Bê guman kampanyaya rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê ku bilez û li gor pêwîst şiyanên xwe dan xebitandin, divê were têbînîkirin. Bi dîtina min ev pir girîng e. Wek min got, ne tenê aliyên fermî, lêbelê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Şaxa Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê, nûneratiya Heyva Sor a Tirkiyê û yên din ku ez nikarim niha navên wan bihejmêrim, civiyan û hemûyan ji bo alîkariya Tirkiyê dest bi xebatê kir. Şêniyên îdareya herêmî ya kurdên Iraqê jî bi hemû tex û çînên xwe wek dibêjin ji bo alîkarîkirina Tirkiyê ketin pêşbaziyê. Ev ji bo me girîng bû. Ev piştevanî û hevkarî giring û cihê rêzgirtinê bû. Her wiha, ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku di hefteya erdhejê de, roja înê, piştî nimêja înê, li hemû mizgeftên deverê nimêja xiyabî li ser miriyan hat kirin. Ez dixwazim bi awayekî cihê amaje bidim vê yekê û nîşan bidim bê çiqasî girîng e. Bê guman em spasdar in.

Peyamnêr: Tirkiye çaverê dike ziyanên canî yên erdhejê heya çiqasî zêde bibin?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Mixabin, em rûbirûyî du erdhejên tund li navçeyê bûn. Ji aliyê zanistî ve jî, ev ne rewşek e ku pir qewimîbe. Lewma zana jî matmayîna xwe li hember vê bobelatê nîşan didin. Du erdhejên tund bi pileya 7.7 û 7.6 qewimîn. Ji ber ku erdheja yekem di dema şevê de, bila em bibêjin di dema berbangê de qewimî, wê demê xelk li malên xwe bûn. Mixabin vê yekê hejmara miriyan zêde kir. Li gor amarên îro, ez bi dilgiranî dibêjim ku zêdetirî 40 hezar kesî ziyanên me yên canî hene. Her wiha 108 hezar welatiyên me di erdhejê de birîndar bûn. Başbûneke bilez ji wan re dixwazim. Ez cardin ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazim. Bi sedema ku ew faktorên neyînî yên ku min behsa wan kir bi hev re hatin, mixabin egera zêdebûna canjidesdanê heye. Bê guman ev yek me dilgiran dike. Ez di wê baweriyê de me ku em ê di çend rojên pêş de amareke zelaltir bibînin.

Peyamnêr: Çi peyameke we ji bo serkirdayetî, hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê heye?

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Piştî bêtara erdhejê, ez dixwazim bibêjim ku ji ber wê hemû piştevanî û giringiya ku bi me hat dayîn, her wiha ji bo alîkariyên ku hatin şandin, em spasdar in. Bê guman dost di demên dijwar de xuya dikin. Nişteciyên rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê di vê demê de rastiya vê gotinê tekez kirin. Xwedayê mezin careke din Tirkiye, navçe û cîhanê jî tûşî vê bobelatê neke. Lê wek hûn jî dizanin ku li vê navçeya me ji ber cihên wê, erdhej bûye rastiyeke jiyana me. Em neçar in ku tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo vê yekê werbigirin, da em ziyanên canî û darayî kêm bikin. Ez cardin ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re başbûneke bilez dixwazim. Bi vê helkeftê ez careke din spasiyên xwe pêşkêşî rêveberiya herêmî ya kurdên Iraqê û şêniyên wê dikim.

Peyamnêr: Em careke din kêfxweş in ku tu saxlem î, konsulê rêzdar.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Ez spasiya we dikim.

Peyamnêr: Gelek spas Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê rêzdar Mihemed Mewlûd Yaqût.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 591 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:11:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x