Herwiha Konsulsê Giştî yê Amerîkayê di peyamekê de ku li tora civakî “X” belav kir, tê de hevxemiya xwe ya kûr ji bo malbata Serok Barzanî û gelê Kurdistanê nîşan da.
Xûşka Serok Barzanî, Zekiya Mistefa Barzanî duhî Înî, 23.02.2024an koça dawiyê kir. Merasima sersaxiya xwişka Serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.