Cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl li bajarê Silêmaniyê bi şandeyeke siyasî ya Wezareta Derve ya Norwêcê, Sekreterê Yekem ê Balyozxaneya Neyrûbiyê li Omanê û hinek şêwirmendên karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê re civiya.
Kosret Resûl li gel şandeyên mêvan rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bi giştî û derbasbûna Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî nava bajar û herêmên nakok gotûbêj kirine.
Kosret Resûlî diyar kir ku piştî Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ketine herêmên nakok, niştîcihên wan deveran mal û milkên xwe hiştine ji ber ku qebûl nakin ew hêzên ku xanî û malên wan şewitandine li wê derê bin û hatine bajarên Kurdistanî ku di mercên gelekî xerab de dijîn.
Resûl, di axiftina xwe de teqez kiriye ku divê cîhan fişarê li Hikûmeta Iraqê bike daku van kiryarên xwe rawestîne, rewş asayî bibe û bergiriyên pêwîst li ber van kiryarên hikûmetê werin stendin.
Herwiha herdû aliyan diyar kiriye ku encamdana referandûmê mafekî suriştî ye ji bo her gel û neteweyê ku nerîna xwe derbibe û wan teqez kiriye ku rawestandina operasyonên leşkerî ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê ve gaveke baş e.