Li Bakur û Başûrê Kurdistanê toz dibare: Gelek kes nexweş ketin

Li bajarên Dihok, Riha, Mêrdîn û Şirnexê ji duh ve tozbarîn heye.

30.04.2024, Sal - 15:32

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê toz dibare: Gelek kes nexweş ketin
Nuçe Belav bike

Li Dihok û Zaxoyê 120 kesên ku ji ber tozbarînê nefesa wan teng bûye çûn nexweşxaneyan.

Li parêzgehên Riha, Şirnex û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê toz bariya û navçe û bajar dibin tozê de man.

Ewrên tozê tesîreke neyînî jiyana xelkê kir

Li Rihayê ewrên xwelî û tozê tesîreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê kir.

Li navenda Rihayê û hinek navçeyên wê, ji ber ewrên xwelî û tozê mesafeya dîtinê gelekî kêm bû.

Ji ber tozbarînê, ser otomobîlan tijî toz bû û kalîteya hewayê jî daket.

Her der di bin tozê de ma

Li navenda Mêrdînê û hin navçeyên wê jî toz û xweliyê bandora xwe nîşan da.

Li wê parêzgehê jî her cih dibin tozê de ma û asta dîtinê jî kêm bû.

Li navenda Şirnex û hinek navçeyên wê wekî Cizîr, Silopiya û Hezexê vê sibehê tozbarînê dest pê kir.

Tozbarîn li wê parêzgehê berdewam dike û gelek deverên bajêr di bin tozê de mane.

120 kes nexweş ketin

Li aliyê din, 100 kes li Dihokê û 20 kes jî li Zaxoyê ji ber tozbarînê rastî tengnefesiyê hatin.

Tîmên tenduristiyê hinek ji wan veguhastine nexweşxaneyan lê hinek jî bixwe çûne nexweşxaneyan.

Rêvebirê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Dihokê Dr. Segvan Doskî ji ajansa Rûdawê re got:

“Heta niha 100 nexweş anîne nexweşxaneya me û bi hinekan re nexweşiya astimê heye.

Niha tenê pênc kes li nexweşxaneya me mane.

Rewşa tenduristiyê ya nexweşên ku tên dermankirin baş e.”

Pisporan hişyarî da

Pisporan ji welatiyan xwest ku di dema tozbarînê de eger karekî pêwîst nebe dernekevin derve.

Bi gotina pisporan ew toz dibe sedema çêbûna gelek nexweşiyan û kesên ku berê nexweş in jî bêhna wan zêdetir diçike û nexweşî li wan giran dibe.

Hewiha Tenduristiya Dihokê ji welatiyan xwest ku eger derkevin maskan bi kar bînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x