Li Başûrê Kurdistanê şer: Kuştî û birîndar hene

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

19.03.2024, Sal - 16:59

Li Başûrê Kurdistanê şer: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê herwiha îdia kir ku 6 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din, heta niha PKKyê derbarê mijarê ti daxuyanî nedaye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:16:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x