Li Çiyayê Qereçûxê operasyonê dest pê kir!

Artêşa Îraqê li Çiyayê Qereçûxê yê li herêma Mexmûrê li dijî DAIŞê operasyonek da destpêkirin.

26.04.2024, Cum - 14:59

Li Çiyayê Qereçûxê operasyonê dest pê kir!
Nuçe Belav bike

Her ku dema çinîna dexl û zad nêzîk dibe egera ku DAIŞ êrişî cotkaran bike jî xurttir dibe.

Artêşa Îraqê ji bo ku rê li ber van êrişên DAIŞê bigire li Çiyayê Qereçûxê operasyonek da destpêkirin.

Hat ragihandin ku Hêzên Dijîteror ên Îraqê û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê vê operasyonê dikin.

Fermandarê Hêzên Xwebexş ên Çiyayê Qereçûxê Xazî Feysel ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Operasyonê îro berê sibehê saet 06:00an dest pê kir.

Hêzên Dijîteror ên Îraqê û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li herêma di navbera gundên Eliye Reş û Qelate Soranê operasyonê dikin.”

Xazî Feysel got ku ew dixwazin cotkaran ji êrişên DAIŞê biparêzin.

Çiyayê Qereçûxê ku di navbera başûrrojavayê Hewlêrê û başûrrojhilatê Mûsilê de cih digire cihek ji xweveşartinê yên DAIŞiyan e.

DAIŞê sala 2024an Mûsil bi temamî kontol kir.

Mûsil sala 2017an ji DAIŞê hat rizgarkirin lê hinek DAIŞî heta niha jî li Çiyayê Qereçûxê mane.

Vî nûçeyê tevayî: 188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x