Li çiyayê Şingalê erebeyeke PKKyê hat armanckirin

Di êrîşeke asmanî de ku ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hat kirin, li çiyayê Şingalê erebeyeke çekdarên PKKyê hat armanckirin.

02.04.2024, Sal - 13:59

Li çiyayê Şingalê erebeyeke PKKyê hat armanckirin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa K24ê re ragehand, “Ew êrîş li nêzî kempa Serdeştê li ser çiyayê Şingalê hatiye kirin ku hejmareke awareyên Şingalê tê de akincî ne”.

Wê çavkaniyê herwesa amaje da, “Di wê bombebaranê de, erebeyeke çekdarên PKKyê hat armanckirin ku sê çekdar tê de bûn”.

Çavkaniya jê gotî eşkere jî kir, “Carê cûnê wê erebeyê nehatiye zanîn lê li dû amarên destpêkê, şoforê wê erebeyê hatiye kuştin û du çekdarên dî jî ku neferên wê erebeyê bûn hatine birîndarkirin”.

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:26:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x