Di derbarê vî mijarê de nerînên hin welatiyên Kurdistanî wergirtin, Mamosta Burhan Reuf li bajarê Silêmaniyê wiha nerînên xwe anîn ziman: "Niha herêma Rojhilata Navîn di rewşeke germ û coş re derbas dibe û pêwîst e li ser siyasetzanên Kurd gelekî bi hişmendî û zîrekî reftar bikin û nebin beşek ji wê şerê nîha ku didome. Raste, herêm bêtir di bin kontrola Amerîkayê de ye û bi taybetî Iraq û Herêma Kurdistanê, lê helwesta Rûsyayê li hember Herêma Kurdistanê û referandûmê û mafên gelê Kurdistanê helwestekî ciwan bû û cihê rêz û teqdîrê ye. Li gel wê yeka ku Herêma Kurdistanê pêwendiyek wek pêwîst li gel Rûsyayê tine be jî. Ji aliyê din ve, Rûsya dikare bêtir alîkarya Herêma Kurdistanê bike, bi rêya fişarkirin li ser Îranê ji bo ku reftareka hejî li gel herêmê bike.
Dr. Erdelan Mihemed Parlementer di Parlemantoya Iraqê de ji firaksyona PDK'ê derbarê vê mijarê dibêje: " Cenabê Serok Barzanî di dawîpeyama xwe de bo welatiyên Kurdistanê bi eşkere behsa pêdeçûn bi pêwendiyên li gel Amerîkayê kir ku bêdengiya Amerîkayê li himber fişar û êrîşên hêzên Iraqê li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di pêşbîniya me de nebû, nemaze bikaranîna çekên Amerîkî ji aliyê Heşda Şeibî li dijî Pêşmerge. rast e, me berjewendiyên stratejîk li gel Rûsyayê nebûn û li gel dûriya wê ji me, helwesta Rûsyayê gelekî baştir bû, ji ber hindê Serok Barzanî amaje bi helwesta Rûsyayê daye û pesna wê helwestê daye û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêwîst e, pêwendyên herêmê li gel Rûsya di pêşerojê de dê xurt bibin.
Welatî Saman Mihemedê goştfiroş (Qesab) li bajarê Hewlêrê dibêje: Rast e, Amerîka gelek berevanî ji gelê kurd kiriye û alîkarya wî kirye, lê berî referandûmê û piştî referandûmê helwesta Amerîkayê li hember Herêma Kurdistanê wek pêwîst nebû. Helwesta Rûsyayê gelekî baştir bû li dema berpirsên Rûs digotin, em rêzê ji îrada gelê Kurdistanê re digirîn, ev yek gelekî girîng e bo me Kurdan".
Herwiha rojnamevanê Kurd Serkewt Xidir li Berlîna paytextê Almanyayê li ser vê mijarê dibêje:" Serdanên Barzanî bo Amerîka û hatina berpirsên Amerîkayê cem Barzanî û destpêkirina şerê DAIŞ'ê û piştevanya welatên hevpeymanê bo Herêma Kurdistanê bi Kurdan xweş bû û wan wiha bawer kir ku qonaxa misogeriya mana Barzanî li ser desthilatê dest pê kir. Wan nizanîbû ku berjewendya welatên mezin herdem di pêşiya her tiştekî de ne û Barzanî xwendinek bo sînorên desthilata xwe li hember Iraq, Îran û Tirkiyeyê nekir û piştî referandûmê li dema hêzên Barzanî nikarî xwe li hember êrîşa hêzên Iraqê bigiri. Barzanî bêhêvî bû ji Amerîkayê û daxwaza pêdeçûnê bi peywendiyên xwe li gel Amerîkayê kir û xwe bo aliyê Rûsyayê ve girêda, lê pirsyar ew e,” gelo Rûsya piştgiriya stratejîya Barzanî dike? Barzanî dikare çi ji Rûsyayê bidest bîne.
Her wiha xwendevan Sîpel Kurdistanî di koleja yasayê de li zanîngeha Duhokê dibêje:" Her ji destpêkê ve, ez ya bi guman im bo ji helwesta Amerîkayê ji ber ku helwesta Amerîkayê berî û piştî referandûmê tev di berjewendiya welatên herêmê de bû. Helwesta Rûsyayê pir baş e û bi baweriya min, Rûsya dikare mifa û qazanc ji hebûna dewleta Kurdî de bike bi taybetî di warê aborî û petolê de.
Herwisa rojnamevan Zeyneb Sindî dibêje:" Li dema Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dibêje, pêwendiyên Rûsya û kurdan dîrokî ne û nahên qutkirin. Ramana wê yekê ye ku serok Barzanî piştrast e bi siyaseta ne gora Rûsyayê û di heman demê de bêomêd e ji siyaseta Amerîka ku li dû berjewendyên xwe digere. Serbarî ku Herêma Kurdistanê di şerê azadkirina Iraqê de 2003 û şerê li djî terorê hevpeymana stratejîk bû li gel Amerîkayê, lê di qonaxeke hestyar de ket bin dorpêçên aborî yên sê welatan û Rûsya hat û dixwest wê dorpêça bişkîne û girêbestên aborî li gel Herêma Kurdistanê îmza bike".
Wênegir Nebîl Xidir li Hewlêrê dibîًje ku piştî, min dîdara Mesûd Barzanî xwend û gotina wî ku dê awirek li pêwendiyên xwe li gel Amerikayê de ne. Ez dibêjim belê pêwîst e, li ser serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê wê gavê biavêje ji ber ku Amerîka xuya kir ku hevalekî dilsoz nîne. Bi taybetî piştî dagirkirina Kerkûkê û navçeyên nakokî li ser Pêwîst e serkirdayetiya siyasî ya kurd pêwendyek xurt li gel Rûsyayê ava bikin ku niha roleke mezin di navçeya Rojhilata Navîn de heye. Herwiha nivîskar Salih Teyro got” bê guman her ji destpêka şerê DAIŞê ve ku mezintirîn metirsî bûn liser mirovahiyê. Li ser destên Pêşmergeyên qehreman hatin jinavbirin ku ew jî bi hevkarya Amerîka û hêzên hevpeymanê bû ku ev nêzîkî 3 salan e, Pêşmergên qehreman di yek sengerê de bûn, lê çi hetf e ku di rûdanên 16 Cotmehê de hinekî helwesta Amerîkayê hat guhertin belkî li gel hêzên Iraqî êrîş anîn ser Kurdistanê ku bi rastî aşkira bû ku bu dirustî Amerîka di daxwaziyên miletê kurd negihiştiye. Lê siyaseta Rûsyayê bi rengekî diyar û berbiçav gelek erênî bû û herdem ligel hindê bûye ku rêz ji mafên kurdan re bê girtin û sereray hevbendiyên aborî yên wan digel Herêma Kurdistanê de."