Li Herêma Kurdistanê 158 hezar ton genimê cotkaran hat wergirtin

“Îsal hemû genimê cotkaran li sayloyên Herêma Kurdistanê têne radestkirin û naçe bajarên din ên Iraqê.”

25.06.2022, Cts - 11:48

Li Herêma Kurdistanê 158 hezar ton genimê cotkaran hat wergirtin
Nuçe Belav bike

Li Herêma Kurdistanê proseya wergirtina genimê cotkaran berdewam e û heta niha zêdetirî 158 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê hat wergitin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji K24ê re ragihand: “Heta niha li hemû deverên Herêma Kurdistanê 158 hezar ton genimê cotkaran hat wergirtin.”

Newzad Şêx Kamil diyar kir: “Weke qonaxa destpêkê, niha 35 milyar Dînar ji bo wergirtina genimê cotkaran hatiye, ji wê beşê, 10 milyar hatiye dabeşkirin, ewên mane di vê hefteyê de bi ser cotkaran de dê were dabeşkirin.”

Kamil destnîşan kir: “Îsal hemû genimê cotkaran li sayloyên Herêma Kurdistanê têne radestkirin û naçe bajarên din ên Iraqê.”

Li ser radestkirina genimê cotkaran, Rêveberiya Çandiniya Ranya ragihand: “Heta îro 25ê Hezîrana 2022yan, zêdetirî 18 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin û 82 cotkaran pereyê genimê xwe wergirtine.”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 805 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:19:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x