Li Hewlêrê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

Li Hewlêrê di qezayeke trafîkê de 2 kurên ciwan û jinekê canê xwe ji dest da.

14.04.2024, Paz - 20:09

Li Hewlêrê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, doh derengê şevê 2 otomobîl li ser rêya Koye û Hewlêrê li pêş Nexweşxaneya Rizgariyê li he qelibîn.

Di otomobîlekê de ciwanê bi navê Îbrahîm ê 26 salî û hevalê wî yê bi navê Zana yê 24 salî habûne û her du ciwanan canê xwe ji dest daye.

Di otomobîla din jî de jinek hebûye û wê jî canê xwe ji dest daye.

Heta niha navê jina ku canê xwe ji dest daye diyar nebûye.

Xizmekî Zana ji Rûdawê re diyar kir, di dîmenan jî de diyar dibe ku şofêra jin hatiye aliyê din ê cadeyê û xwe li otomobîla Zana û Îbrahîm daye û wan jî canê xwe ji dest daye.

Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Herêma Kurdistanê heta niha amarên qezayên trafîkê yên sala 2023yan û 2024an eşkere nekirine.

Li gorî amarên Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Herêma Kurdistanê, sala 2022yan 3 hezar û 706 qeza çêbûne.

2 hezar û 909 qeza ji ber lihevqelibîna otombîlan çêbûne û di wan qezayan de 445 kesan canê xwe ji dest daye û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Vî nûçeyê tevayî: 146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:40:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x