Îro 04.03.2024ê şandeyekî baskê 3 yê PDKê serdana binkeyê malbenda 2 ya YNKê kir.
Piştî civînê berpirsê baskê 3 yê PDKê û baskê 2 yê malbenda YNKê civîneke hevbeş a çapemeniyê li darxistin.
Di civîna çapemeniyê de berpirsê malbenda 2 ya YNKê Rewend Mela Mehmûd ragehand, spasiye hevalên PDKê dikim ku destpêşxerî kirin û em hemû hemramanin ku pêwîste nav mala kurd bê yekxistin û li gel hemû partî û aliyên Kurdistanî hewl bidin bicivin ji bo zêdetir yekxistina nav mala kurdan.
Herwaha berpirsê baskê 3 yê Kerkûkê yê PDKê Mihemed Kemal jî di civîna çapemeniyê de ragehand, îro me serdana hevalên YNKê kir, em civiyan û di civînê de behsa rewşa Kerkûk û pêkvejiyan û helbijartinan me kir û civîna endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê hebû li gel Serokwezîrê Iraqê, ku bi armanca pêkanîna îdareya nû ya ji bo Kerkûkê pêkhat û ew civîn hîn vekirî hatiye hiştin, hewldan heye ji bo k udi çend rojên pêş de encûmena parêzgehê bê çalak kirin.
Herwaha got, me di civînê de behsa boneyên meha Adarê kir ku li gel yek bi partiyên Kurdistanî re em bone û bibîranîna bilind ragirin.
Herwaha got, em li gel YNKê li hev nêzîkin ku kesekî kurd bibe parêzgehê Kerkûkê û berpirsê YNKê Rewend Mela Mehmûd jî ji BasNewsê re ragehand, Ez spasiyê dikim û destxweş û her demekî nav mala kurd yekbûyî bûye, em serkeftî bûne.
Berpirsê YNKê got, heta naha nav mala kurd li Kerkûkê yek e û pirsgirêka me tine û hêvîdarin em serkeftîbin de danûstandinan de.