Roja sêşembiyê (04.12.2018) Wezîrê Derve yê Lubnanê Cubran Basil û Wezîrê Dewleta Lubnanê Bo Karûbarên Rûbirûbûna Gendeliyê Nîkola Tuynî û şandeya bi wan re serdana Herêma Kurdistanê kirin. Her heman rojê li bajarê Hewlêrê herdu wezîrên Lubnanê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.
Di civînekê de, ku hejmareke wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasî ya Iraqê, prosesa siyasî ya piştî hilbijartinan, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha herdu aliyan têkeliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Lubnanê re gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina wan pêwendiyan kirin.
Wezîrê Derve yê Lubnanê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku hevkarî û piştgiriya kar û çalakiyên revenda (diyaspora) Lubnanî ya li Herêma Kurdistanê dike û got, ku “Lubnan dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de, bi taybetî di warên bazirganî, tûrîzm, kultûr û sermayerazandinê de berfirehtir bke.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê piştgirî û hêsankariyan ji bo kompanî û şirketên lubnanî dike ku sermayeyên xwe li Herêma Kurdistanê di warên cud cada de birazînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha destxweşî li revenda Lubnanî ya li Herêma Kurdistanê jî kir, ku di warê bazirganî, kultûrî û tûrîzmê de çalak in û hêvî xwest ku têkeliyên her du aliyan di hemû waran de zêdetir pêşde biçin.
Gotûbêjkirina rewşa navçeyê bi giştî û rewşa niha ya Iraqê bi taybetî, di vê hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.
Şanda pilebilind a Lubnanê piştî ku serdana Bexdayê kiribû û bi rayedar û çend serkirdeyên Iraqî re civiyabû, doh sêşembiyê serdana Herêma Kurdistanê kir.
Di serdana xwe ya bo Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Lubnanê û şanda pê re bi awayekê cuda li gel serok Mesûd Barzanî û çend serkirdeyên din ên Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anî.