Di civînê de herdu balyozan tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên Firensa û Almanya li gel Herêma Kurdistan kirin û diyar kirin ku herdu welat berdewam dibin ji bo navberkariyê û piştevaniya danûstandinan di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser bingeha destûra Iraqê, daku aştî û aramî li deverê bicî bibe.
Derbarê pêşveçûnên vê dawiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de, şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku êrîşa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û tevahiya tevgerên wan yên serbzaî destûra Iraqê binpê dikin.
Herweha Mesrûr Barzanî berdevamiya axaftina xwe de tekez kir ku berdewam Herêma Kurdistanê ewlehî û aramiyê dixwaze û daxwaz kir herî zû bi piştevaniya civaka navdewletî danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji danûstandinên serbazî, bibin danûstandinên di ware siyasî û îdarî de.
Di beşekî din yê civînê de, şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, pabendiya Herêma Kurdistanê bi cenga dijî terorê di çarçoveya hevpeymana navdewletî de ji bo nehiştina terorê piştrast kir.