Duh 16/11/2017'an Di dema pêşwazîkirina serokê kenîsa kasolîkî Kildanî li Hewlêrê "Beşar Metî Werde", Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo xwestekên kiristyanên Deşta Neynewa da xuyakirin û got: "Emê hemû rêkarên yasayî û destûrî ji bo bidestxistina mafên hemû pêkhatên wan navçeyan bikar bînin, Em bi hêvî ne jî, ku welatiyên kirstiyan xweragir bin û ji welat bar nekin û rê li ber wê pîlanê bigrin ku dixwaze nasnameya wan navçeyan jêbibe."
Ji aliyê xwe ve serokê kenîsa kasolîkî li Hewlêrê behsa wê yekê kir, ku rewşa niha ya deşta Neynewa, bûye sedem ku mişextên kiristiyan nikaribin li navçeyên xwe vegerin. Bi gotina wî: "Ew dorpêça ezmanî ya li ser Herêma Kurdistan bûye sedem ku hatina alîkariyên navdewletî ji bo alîkariya kiristiyanan û avakirina deverên wan, bêne rawestandin."
Metran Werde tekez kir, ku "Take navçeya aram ji kiristiyanan re, Herêma Kurdistanê ye, em bi hêvî ne civaka navdewletî bi awayekî çalaktir piştevaniya Herêmê û kiristiyanan bike."