Mesrûr Barzanî ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir, ku asankariyê bikin, daku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, karibe alîkariya xelkê sivîl li Efrînê bike.
Herwiha Mesrûr Barzanî ragihand: "Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji gotineke Barzaniyê nemir, diruşm wergirtiye, ku dibêje: (Serfirazî ye ji bo mirov ku xizmetkarê miletê xwe be) Barzaniyê nemir ku bidirêjiya jiyana xwe, bizav kiriye ku xizmeta gelê xwe û mirovatiyê bike, Me jî li pey wî, hest kir ku ji erkê me ye, em berdewamiya rêbaza wî mirovê mezin bin û dezgehekê bi navê Barzaniyê nemir dabimezirînin, li jêr ferman û rêberatiya Serok Barzanî, di sala 2005an de, me Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî damezirand, bi wê hêviyê, ku ev dezgeh bibe malek ji wan kesan re ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye".
Serokê borda damezrêner ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got jî: "Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, sînga xwe li ber hemû kesan vekir ku ji tirsa terorê û gefa kuştinê, ji deverên xwe bar kirin û xwe li Herêma Kurdistanê girtin, herweha ew kesên ji ber nebûna azadiyê berê xwe dane Kurdistanê daku bi azadî bijîn, Dezgeha Barzanî alîkariya wan hemûyan kir, bêyî ku cudahiyê di nav ol, mezheb û nerîna siyasî de bike".
Derbarê rewşa xelkê sivîl li Efrînê, Mesrûr Barzanî got: "Em ji hemû aliyên pêwendîdar dixwazin, ku asankariyê bikin, daku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bikaribe alîkariyan pêşkêşî xelkê Efrînê bike".
Di beşekî din de ji gotara xwe, Mesrûr Barzanî got: "Di dema bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî û erdheja Germyanê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzaniyê nemir, alîkariya ziyandîtiyên erdhejê û yên bajarên Kerkûk û Xurmatû kir".
Derbarê ziyandîtiyên erdheja Rojhilatê Kurdistanê jî, Serokê borda damezrêner ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got: "Tevî ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzaniyê nemir daxwaz kir, ku alîkariyan pêşkêşî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bike di dema erdheja sala derbasbûyî de, lê desthilatên Îranê rê nedan".