Mesrûr Barzanî pêşwazî li Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî ya Parlamentoya Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî ya Parlamentoya Iraqê kir.

06.05.2024, Pts - 15:45

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî ya Parlamentoya Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, gufûgo li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, ji bo zêdetir xizmetkirina malbatên şehîdan, enfalkiriyan û qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê hate kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku gelê Kurdistanê gelek qurbanî dane û rastî êrîşên herî hovane yên Enfal, êrîşên kîmyayî, jenosîd û wêrankirinê hatine û em daxwaz ji hikûmeta federal dikin ku rêzê li qurbaniyên gelê Kurdistanê û hemû qurbaniyên rejîma berê ya Iraqê bigire û bi awayekî şayiste malbatên şehîdan û qurbaniyên rêjîma berê qerebû bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, her çi ji me bê, emê ji bo xizmeta malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê bikin û xemsariyê nakin.

Serok û endamên Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî yên Meclîsa Nûneran kurteyek li ser kar, proje û armanca serdana xwe pêşkêş kirin û amaje bi wê kirin ku armanca wan xurtkirina hevahengiyê ye ligel Wezareta Şehîdan û Karûbarên Qurbaniyên Enfalê, ji bo sererastkirina çend yasayan ji bo xizmetkirin û qerebûkirina malbatên şehîdan, girtiyên siyasî û qurbaniyên rêjîma berê ya Iraqê.

Vî nûçeyê tevayî: 144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:15:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x