Tê de hatiye..
Bi helkefta cejna Remezan a pîroz, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbetên serfiraz ên şehîdan û pêşmerge yên qehreman, karmendên Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê, Polîs, Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin, îbadetên vê mehê yên tevayiya misilmanan qebûl bike û canê Pêşmergeyên Qehreman û Hêzên Ewlekariyê, ku bê beramber bi canê xwe berevaniya xak û gelê Kurdistanê dikin, biparêze.
Hêvî dikim, ev cejn hander be ji bo bihevre sazan û lihevhatina Partî û aliyên nîştimanperwer û dilsozên Kurdistanê, da ku bi yek projeya yekgîrtî ya nîştimanî mafên xwezayî û destûrî yên gelê me bidest bixin û xwesteka rasteqîn ya gelê Kurdistanê bo jiyaneke serbixwe û şikomendane biser bixin.