Îro li Hewlêrê PDKê mîtîngek bo nasandina namzedên xwe yên parlamentoya Iraqê li dar xist. Di mîtîngê de endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî axivî.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartinên parlamentoya Iraqê kirîtîk in û got, hûn dizanin me referandomek kir bo ku em qedera xwe destnîşan bikin lê mixabin bi xiyaneta hinek aliyan, encamên referandomê bicîh nehat. Lê nayê wê wateyê ku referandom dê pêşiya xebata me bigire…Emê niha jî nûnerên xwe bişînin Bexdayê û li wir berevaniya mafên xwe bikin.
Mesrûr Barzanî bi tundî êrişî wan partî û kesan ku li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê bûn û got, di dema referandomê de hevrikî li ser wê yekê hebû ku kê zêdetir were dîtin û derkeve ser ekrana televîzyonê. Niha jî ewên ku bûne sebeba astengkirina encamên referandomê, dibêjin referandom tiştekî xelet bû! Lê bila ew bizanin ku referandom ti carî rastî şikestinê nehatiye û û nikarin mafê me yê çarenivîsê ji me bistînin.
Wî endamê polîtburoya PDKê bang li alîgir û endamên PDKê her wiha xelkê Kurdistanê kir ku deng bidin wan namzedan ku bikarin serkirdetiya xebata rizgariya Kurdistanê bikin û got, beriya ku hûn deng bidin, hizir bikin ka kê dikare maf û kerameta we biparêze.
Piştî axaftina Mesrûr Barzanî, namzedên PDKê yên devera Hewlêrê hatin ser dikê û silav li alîgir û endamên PDKê kirin.
30 namzedên PDKê li devera Hewlêrê hevrikiyê dikin.