Mesrûr Barzanî: Şehîdên bombebarana Qeladizê berdewam di bîra me de ne

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya pêncemîn salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek belav kir.

24.04.2024, Çar - 11:38

Mesrûr Barzanî: Şehîdên bombebarana Qeladizê berdewam di bîra me de ne
Nuçe Belav bike

Îro 24.04.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya pêncemîn salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Nîv sedsal berî naha, rejîma berê ya Beis Qeladizê bombebaran kir û bi sedan kesên bê tewan şehîd û birîndar kirin û derveyî wê jî bajêr wêran kir.’’

Serokê Hikûmetê ragehand: ‘’Herwaha di sala 1982yê de xwepêşandanekî de bajar hate gulebaran kirin, ku ji bo rêzgirtina qurbaniyên wê bombebaranê ew xwepêşandan hatibû encamdan, şehîdên wê karesatê berdewam di bîra me de ne.’’

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:45:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x