Mihemed Hacî Mehmûd ji Dengê Amerîka re ragehand, rêkeftina YNKê û PDKê di berjewendiya wan bixwe de ye û di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye. ‘’Eger rêknekevin dibe ku Kurdistan rastî karesatê bê û nexwaş be.’’
Herwaha li gor Mihemed Hacî Mehmûd payeya parêzgerê Kerkûkê ewqas giring nîne, ku rewşa Kurdistanê hemû li ser bê têkdan. Ji ber ‘’Danîna parêzgerekî kurd bo Kerkûkê di vê demê de ti tiştekî ji rewşê naguhere. Ji ber hêzeke Iraqê ya leşkerî desthilate li ser wî parêzgerê kurd ê li Kerkûkê be.’’
Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst derbarê wegera Kerkûkê bo bin desthilata herêma Kurdistanê jî zihmet dibîne û bo wegera wê ‘’Divê bûyereke mezin pêkbê, wek çawa 2003ê yê rejîma Beis hilweşiya, an jî şerê DAIŞê pêkhat.’’
Mİhemed Hacî Mehmûd rêkeftina Hewlêr û Bexdayê wek take çareserî bo rewşa Kerkûkê pênase kir û got, rêkeftina PDKê û YNKê sedî 70 pirsgirêkan dê çareser bike, lê rêkeftina wan ji sedî 70yê pirsgirêkan zêdetir e.
Herwaha got, nabe li ser parêzgerekî pirsgirêk ava bibe, bo min giring nîne parêzgerê Kerkûkê bê danîn an na, giring ew e hikûmetê em pêkbînin, kurd naha pêwîstî bi rêkxistina nav mala xwe heye.