Mîranî: Referandûm belgeyek ji serkeftina dîrokiye

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, zêdetir ji sedî 90 ji xelkê Kurdistanê di referandûmê de dengê belê dan û ew jî mafekî sirûştî yê hemû gelên cîhanê ye.

02.12.2017, Cts - 06:21

Mîranî: Referandûm belgeyek ji serkeftina dîrokiye
Nuçe Belav bike

Mîranî gotarek di çileya Cîgirê berê yê Serokê PDK'ê Elî Ebdulah de pêşkêş kir û got: “Daxwaza Kurd a destpêkirina guftûgoyê ligel Bexdayê ne ji ber lawaziya Kurd e, heger hinek wiha bîr dikin, belkû çespandina wê rastiyê y, ku kesên pak ji lêkolînan natirsin û kesên bihêz her dem amadeyî guftûgo û danûstandinê ne.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Mîranî got jî, gef û sizadana bikomî nikare heybet û vîna gelekî bişikîne, bi taybet gelê Kurd, ku her dem hewla serxistina vîna xwe daye û di pêşerojê de jî wiha berdewam dibe.

Her wiha Sekreterê Polîtburoya PDK'ê tekez kir, encamên referandûmê bûne belgeyek û pêwîst e hemû bi hev re piştgîriyê lê bikin û got: “Bûyerên piştî 16ê Cotmeha bûrî ji bo bibîranîna dijminan e, ku vîna gelê Kurd bi tank û top narûxe û têk naçe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1020 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:17:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x