Mûsil: Hêzên Îraqê zarokekî Kurd kuşt

Hêzên Sînorî yên Îraqê, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zarokekî Kurd kuşt.

23.04.2024, Sal - 10:00

Mûsil: Hêzên Îraqê zarokekî Kurd kuşt
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, li ser sînorê di navbera Îraq û Rojavayê Kurdistanê de, li nêzîkî Mûsilê, hêzên nobedarên sînor ên Îraqê gule li 2 zarokên Kurd reşandin.

Zarokê bi navê Dilşad Ebas bi guleyên hêzên Îraqî canê xwe ji dest da.

Dilşad Ebas xelkê gundê Girê Dûcewrê yê girêdayî Dêrika Hemkoyê ye.

Herwiha zarokê bi nave Azad jî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan Azad û Dilşad dema ku dixwest ji bajarê Qamişloyê werin Herêma Kurdistanê, li ser sînor li nêzîkî parêzgeha Mûsilê, hêzên nobedarên sînor ên Îraqê gule li wan reşandine.

Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x