Nêçîrvan Barzanî bi serok û endamên Dadgeha Pêdaçûnê re civiya

Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi serok, alîkarê serok û endamên dadgeha pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê re civiya.

13.02.2024, Sal - 18:27

Nêçîrvan Barzanî bi serok û endamên Dadgeha Pêdaçûnê re civiya
Nuçe Belav bike

Civîn li Serokatiya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû û wiha got:

“Pirsa paşxistina biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ya li ser yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û aliyên destûrî, yasayî, îmkan û encamên wê hatin gotûbêjkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku “Serokayetiya Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar dê hemû rêkarên destûrî û yasayî yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wergirin.

Di vî warî da dîtin û nêrînên beşdarên civînê bi girîngî hatin wergirtin û dê bi cidî kar li serê bê kirin.”

Paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Dihat çaverêkirin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata 2024an de bihata kirin.

Hilbijartinên ku dihat çaverêkirin di bin çavdêriya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de bên kirin, ji ber doza li Dadgeha Federalî hat paşxistin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan pêşniyar kir ku hilbijartin di navbera 19 û 30ê Gulanê de bên kirin.

Rêveberê Fermangeha Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê Şarmîn Bahcet Xidirê pêr ji Rûdawê re ragihand, “Serokê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê biryar da ku rûniştina giliyên li dijî qanûna hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ji bo 18ê Sibatê were paşxistin.”

Şarmîn Bahcet Xidirê da zanîn ku serokê dadgehê dê roja 18ê Sibatê biryara xwe ya dawî derbarê vê mijarê de eşkere bike.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di Gulana sala borî de li dijî 5 xalên yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê îtîraz kiribû, li Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê doz vekiribû.

Ev îtiraz li ser hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, bazneyên hilbijartinê û kotaya kursiyan a li Parlamentoya Kurdistanê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x