Nêçîrvan Barzanî: Erkê Bexdayê ye mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dabîn bike

Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Hêşta DAIŞ li ser Îraqê gef e”. Herwesa dibêje, “Erkê Bexdayê ye mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dabîn bike”.

22.02.2024, Per - 07:29

Nêçîrvan Barzanî: Erkê Bexdayê ye mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dabîn bike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çavpêkeftinekê de bi Kanala Erebî Elhedesê re dîtin û nerînên xwe diyar kirin û got, “Hêzên Hevpeymanan li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ji bo berhingarbûna teroristên DAIŞê hatine Îraqê, gelek asayî ye careka dî danûstandinan ji bo diyarkirina awayê peywendiya paşerojê di navbera hêzên Hevpeymanan û Bexdayê de bên kirin”.

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, “Heta radeyekê zêde, hêşta DAIŞ li ser Îraqê gef e”.

Nêçîrvan Barzanî di derheqa komên çekdar ên Îraqê de got, “Tiştê ev kom dikin binpêkirina serweriya Îraqê ye, van hêzan çi dîtinên ron nînin û di tarîtiyê de mane”.

Navbirî di derheqa rewşa niha de amaje da, “DAIŞê sêka axa Îraqê dagir kiribû lê sengerên wê diyar bûn. Bi dîtina min, tiştê niha heye gelek ji wê dijwartir e, ji ber ku gef li nav mala te ye û ji komekê ye ku pereyî ji Hikûmeta Îraqê werdigire”.

Barzanî ji bo êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê jî got, “Ez tehedayê dikim ku bingeheka Mossadê an Israîlê li Hewlêrê hebe. Pêştir jî gelek caran ev tişt li ser Herêma Kurdistanê hatine gotin”.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsa PKKyê jî got, “PKK ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê serêşeka mezin e, em qebûl nakin axa Herêma Kurdistanê ji bo cîranên me bibe çavkaniya gefan, vêca ew cîran çi Tirkiye be an jî Îran”.

Barzanî amaje jî da, “Piştî sala 2003ê me li Îraqê sîstemek çê kir, me got ku me sîstemeka federalî heye, lê piştî sala 2003ê û heta niha, em bi xwe jî nizanin sîstema Îraqê û sîstema birêvebirina Îraqê çi ye”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 823 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:50:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x