Nêçîrvan Barzanî: Me diyalog û muzakere dixwest, lê Bexdayê rêya şer hilbijart

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan bi balyozên Fransa û Almanyayê yên li Iraqê hevcdîtinek pêk anî û li ser rewşa Kurdistanê û aloziyên demên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftugo kirin.

30.10.2017, Pts - 17:08

Nêçîrvan Barzanî: Me diyalog û muzakere dixwest, lê Bexdayê rêya şer hilbijart
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de balyozên Fransa û Almanyayê li hember aloziyên van demên dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê fikarên xwe anîn ziman. Herwiha teqez kirin ku mebesta serdana wan ew e, da ku ji nêz ve li ser rewş û çareserkirina rewşê agahdar bibin.Balyozan teqez li ser yekrêziya siyasî ya navbeyna herdû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û jihevfêmkirinê amade ye lê Bexda rêya bikaranîna hêzê bikaranî û bi vî awayî hewl dide xwe bi ser Herêma Kurdistanê de bisepîne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 910 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:39:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x