Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî li Derbendîxanê ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ligel çend wezîrên Herêma Kurdistanê bo serdana kesên tûşî erdhejê hatine gihiştin navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê.

14.11.2017, Sal - 08:41

Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî li Derbendîxanê ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi şandekî ve çûn navçeya Derbendîxanê.

Di nav şanda navborî de Wezîrê Tenduristiyê Newroz Mewlûd, Wezîrê Bajervaniyê Dr. Piştewan Sadiq, Wezîrê Perwerdeyê Ebdulsitar Mecîd û çend berpirsên din cih girtine.

Pêr bi şev 12ê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz li her çar parçeyên Kurdistanê û çend welatên derdora wê qewimî. Li gor navendên jeolojî yên Amerîka, Îran û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê, navenda erdhejê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê (Helebce û Kirmaşan) bûye, pileya hêza erdhejê jî navbera 7 û 7.6 pile bûye.

Li Başûrê Kurdistanê, bi taybet li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bihêziya erdhejê zêdetir bû û di encamê de gelek mal û avahiyên welatiyan û avahiyên saziyên giştî hilweşiyan yan jî zirareke mezin gihîşte wan.

Herwiha di encama erdhejê de li navçeya Derbendîxan a ser bi Silêmaniyê ve 5 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Aliyek din ji ber bihêziya erdhejê, zirar gihîştiye Bendava Derbendîxanê û Wezîrê Çavkaniyê Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd derbarê rewşa vê bendavê de hişyarî daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:06:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x