Nêçîrvan Barzanî: Axa me nabe çavkaniya tehdîdkirina cîranên me

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya tehdîdkirina cîranên me.”

07.05.2024, Sal - 15:35

Nêçîrvan Barzanî: Axa me nabe çavkaniya tehdîdkirina cîranên me
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehranê ye.

Nêçîrvan Barzanî doh bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê îro jî li Tehranê bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtinek kir.

Nêçîrvan Barzanî piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û pirsê rojnamegeran bersivandin.

“Ev nayê qebûlkirin

Nêçîrvan Barzanî got, “Pêwendiyên me û Îranê kûr û dîrokî ne” û pê de çû:

“Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya tehdîdkirina cîranên me. Ti kes nikare ji axa me êrişî Îranê bike, ev nayê qebûlkirin.”

Barzanî amaje pê kir ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê ji hemû tiştî girîngtir in û got, “Berjewendiyên Herêma Kurdistanê ji hemû berjewendiyên partiyan girîngtir in.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku wî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye û girîng e ku hilbijartin di dema xwe de bên encamdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn” û amaje pê kir ku civînên wî û rayedarên Îranî gelekî baş derbas bûne.

Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê got:

“Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re gelekî girîng in. Ev pêwendî derbasî qonaxeke nû bûn û divê werin parastin.

Gelek xalên dîrokî hene ku me nêzîkî hev dikin.

Me ji bo çareserkirina pirsgirêkan vîneke pir micid dît, helbet pirsgirêk hene lê ya girîng ew e ku ji bo çareserkirina wan hewl bê dayîn.

Herêma Kurdistanê dixwaze wekî li herêmê wekî hêmanê aramî û ewlehiyê bimîne.

Ev polîtikaya Kurdistanê naguhere û dê wiha jî berdewam bike.”

“Berpirsiyariya min parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar dabû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 10ê Hezîranê bên kirin.

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku wan li ser guhertina roja hilbijartinan ti biryar nedaye û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di civînên wî û rayedarên Îranî de nehatine rojevê.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser giringiya hilbijartinan got:

“Divê em hilbijartinan bikin da ku em karibin xizmetê ji gelê Herêma Kurdistanê re bikin.

Divê hilbijartin nebin sedema ku Herêma Kurdistanê bêhtir parçe bibe.

Berpirsiyariya min parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye û ez dê ji bo vê jî her tiştê pêwîst bikim.”

Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hatine rojeva civînên wan û got:

“Koma Îslamî ya Îranê dixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêkan aliyan pêwendîdar bîne cem hev.

Hemû aliyan diyar kir ku ew wekî dostên Îraq û Herêma Kurdistanê dixwazin pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.

Me jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan alîkarî ji dostê xwe yê hevpar xwest.”

“Me Birêz Îbrahîm Reîsî vexwend Herêma Kurdistanê”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtina xwe û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî wiha got:

“Hevdîtina min û Birêz Îbrahîm Reîsî gelekî baş bû. Ew piştgiriyê dide ku hemû pirsgirêkên Kurdan, Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Me Birêz Îbrahîm Reîsî vexwend ku piştî Bexdayê were Herêma Kurdistanê. Helwesta wî erênî bû.”

“Ti komên li Herêma Kurdistanê nikarin êrişî Îranê bikin”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew û Reîsî li ser mijarên ewlehiyê jî axivîne û got:

“Ez dubare dikin, Îran cîranekî me yê girîng e. Navê wan çi dibe bila bibe ti komên li Herêma Kurdistanê nikarin êrişî Îranê bikin û dîsa vegerin nav axa me.

Em vê yekê ji bo ti cîranên xwe qebûl nakin. Di hiqûqa navneteweyî de jî cihê vê nîne.

Herêma Kurdistanê dê wekî prensîbekê pêwendiyên xwe yên bi Tirkiye, Sûriye û Îranê re bidomîne.

Em pêbendî prensîbên hiqûqa navneteweyî ne.

Gavên gelekî baş hatine avêtin ku dê dilgiraniya Îranê kêm bikin û em ji bo çareseriya ji binî ya vê mijarê jî di rêyeke baş de ne.

Divê aliyên din jî hesasbûna Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û vê dikin jî.

Ez hêvîdar im vê helwesta xwe bidomînin û ev mijar di hevdîtinên Îran û Herêma Kurdistanê de careke din neyên rojevê.

“Me mekanîzmayek ava kir”

Hemû pirsgirêk bi mekanîzmaya diyalogê çareser dibin û me jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe û Îranê mekanîzmayek ava kir.

Ev mekanîzma dê bandoreke erênî li aborî, bazirganî çûn û hatine welatiyên Îran û Herêma Kurdistanê bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x