Nêçîrvan Barzanî bangî rojnamegeran kir: Berjewendiyên welat biparêzin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîlaya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir.

22.04.2024, Pts - 14:35

Nêçîrvan Barzanî bangî rojnamegeran kir: Berjewendiyên welat biparêzin
Nuçe Belav bike

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan sala 1898an, wate 126 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.

“Ji rojnamegeran re serkeftinê dixwazim”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de rojnamegerên Kurdistanê pîroz kirin û got:

“Bi helkefta 126 saliya roja rojnamegeriya Kurdî û derxistina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ya rewşenbîr Mîr Miqdad Bedirxan û 26emîn saliya damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li hemû rojnamegerên Kurdistanê dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”

“Ez dûrketina ji sînordarkirin û sansurê teşwîq dikim”

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku divê karê rojnamegeran were hêsankirin û berdewam kir:

“Bi vê minasibetê, ez tekîdê li ser zemîn û jîngeheke teşwîqkar dikim da ku destê rojnamegeran bingehê çavkaniyên zanyariyan û dûrketina ji sînordarkirin û sansurê teşwîq dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê ev hêsankarî bên kirin da ku rojnameger karibin rola xwe ya pîşeyî di şopandina saziyan û bilindkirina hişyariya xelkê û duristkirina raya giştî de bilîzin

Barzanî destnîşan kir ku divê bi heman awayî hêsankarî bên kirin da ku rojnameger di pêvajoya avakirin û pêşxistina demokrasiyê de karekî girîng bikin.

“Berjewendiyên bilind ên gel û welat biparêzin”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew tim piştgiriyê dide rojnamegeran û pê de çû:

“Ez piştgiriya xwe ya temam ji bo rojnamegeran û baweriya xwe ya neguher a bi azadiya çapemenî û derbirînê dubare dikim ku wekî prensîba bingehîn a her civakeke demokratîk û azadîxwaz e.

Ez bangî rojnamegeran dikim ku li gorî yasaya rojnamegeriyê û exlaqê rojnamegeriyê bi rastgoyî, hevsengî, tevbigerin; bê alî bin, ji nûçeyên saxte û zimanê zivir dûr bikevin.

Herwiha aştiya civakî, aramiya siyasî û berjewendiyên bilind ên gel û welat biparêzin.”

“Silav ji bo bîranîna rojnamegerên şehîd”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got:

“Di heman demê de, em ji bo şopandina rewşa azadiya rojnamegerî û ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê rola rêxistinên navxweyî û navdewletî jî bilind dinirxînin.

Em ducare dikin ku divê li Kurdistanê aliyên pêwendîdar li gorî yasaya rojnamegeriyê tevbigerin.

Silav ji bo bîranîna rojnamegerên şehîd û wan rojnamegerên pêşeng ên ku di serdema şoreş û azadiyê de canê xwe ji bo gihandina rastiyê û pêşxistina rojnamegeriyê Kurdistanê gorî kiriye.”

Vî nûçeyê tevayî: 97 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x