Nêçîrvan Barzanî dê biçe Bexdayê

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê dê biçe Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê re bicive.

05.04.2024, Cum - 09:16

Nêçîrvan Barzanî dê biçe Bexdayê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina mijarên budce û mûçe, petrol û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dê biçe Bexdayê û bi berpirsên Îraqê re bicive.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab herwiha anî ziman:

“Li gorî yasayê û wekî karakterekî bibandor û bihêz ê Kurdistan û Îraqê Nêçîrvan Barzanî, ji bo rêkxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina pirsgirêkên aborî yên wekî budce, mûçe û petrolê dê biçe Bexdayê.”

Dilşad Şehab di berdewamiyê de got:

“Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê tekeziyê li ser bicihkirina xalên rêkeftina aliyên Çarçoveya Hevahengiyê jî bike ku hikûmet li ser wan xalan hatiye damezrandin û soza bicihkirina wan hatine dayîn lê belê di rastiyê de ew nehatine çareserkirin.”

Dilşad Şehab amaje bi wê yekê jî kir ku armanca Nêçîrvan Barzanî ew e ku navbera Hewlêr û Bexdayê baş û dostane be û bi gotinên li ser medyayê têk neçe ku xelk baca wê bide û ew jî bibe serdema derengketina dabeşkirina mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê.

Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:44:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x