Nêçîrvan Barzanî: Divê bi hev re kar bikin û Kurdistanê bibin qonaxeke baştir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî li binkeyeke dengdanê ya bajarê Hewlêrê deng xwe da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dengdan mefê her kesekî ye û hêvîdar im proseya dengdanê bi aramî birêve biçe û xelkê Kurdistanê biçin ser sindoqan dengên xwe bidin û nûnerên xwe hilbijêrin.

30.09.2018, Paz - 06:25

Nêçîrvan Barzanî: Divê bi hev re kar bikin û Kurdistanê bibin qonaxeke baştir
Nuçe Belav bike

Herwiha got: “Daxwaz ji welatiyan û dezgehên ewlehiyê dikim, hêminiyê biparêzin, girîng e proseya dengdanê bi hêmin û rêkûpêk birêve biçe. Hêvîdar im encamên hilbijartinê bi her awayekî bê qebûlkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Yê serkeftî her xelkê Kurdistanê ye, ew jî dixwaze bi rêya proseyeke demokratîk nûnerên xwe hilbijêre û divê bi hev re kar bikin û Kurdistanê ji qonaxekê ber bi qonaxeke baştir ve bibin.”

Derbarê biryarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Min jî ew rênima wek we bihîstin, min ti destêwerdan tê de nekiriye. Wê biryar û rênimayên xwe yên teknîkî derkirine û ew rênima ji hemû aliyan re ne û ya dirust ew e rêz li wan bê girtin.”

Diyar kir jî, rênima ji hêzên ewlehiyê re hatine dayîn, ku li her cihekî komisyona hilbijartinên daxwaza hevkariyê ji hêzên ewlehiyê bike, dê alîkariya wê bikin, ta rê li pirsgirêkan bê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1001 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:52:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x