Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû alî şiyanên xwe yek bixin ji bo derbaskirina krîzan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Curbanê peyamek peyameke pîrozbahiyê belav kir.

30.07.2020, Per - 15:14

Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû alî şiyanên xwe yek bixin ji bo derbaskirina krîzan
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, “Divê em hemû alî şiyanên xwe yek bixîn û pêkve kar bikin ji bo çareserkirin û derbaskirina qeyran û giriftan û mîsogerkirina maf û hêjayên destûrî û parastina pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî Cejna Qurbanê “li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman, li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, her wiha li hêzên navxweyî, pizîşkan û karmendên tendirustiyê û sazî û damezraweyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ku ji bo parastina canê welatiyan rûbirûyê pejika virusa Korona bûne, bi germî” pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe derbirî ku ev cejn bibe “derfeta kûrkirina zêdetir a giyanê lêborînî, tebayî û pêkveyî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê, hewlên me hemû aliyek jî yên ji bo nehiştina nakokiyan bigihe serkeftina yekcarî. Kurdistaniyan piştrast dikim ku bi vê navê da berdewam dibîn û divê em hemû aliyek şiyanên xwe yek bixîn û pêkve kar bikin ji bo çareserkirin û derbaskirina qeyran û giriftan û mîsogerkirina maf û hêjayên destûrî û parastina pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Bi rêz û pêzanîneke mezin li xweragirî û bêhnfirehiya Kurdistaniyan dinêrim ku ji ber pejika virusa Korona û encamên wê yên aborî ve, rûbirûyê qeyran û dijwariyê wê dibin” û hêviya xwe anî ziman ku “em cejnên xwe yên paşerojê di xweşî û bexteweriyê de pîroz bikin, me dijwariyan derbas kiribe û asoyekî geş bi rûyê Kurdistanê da vekirîbe. Her wiha hêvîdar im em hemû rêkarên tendirustî û xweparêziyê li ber çav bigrin.”

Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî got, “Cejna me hemûyan pîroz bê, hemû salek bi xweşî be, aştî û aramiyê ji bo Kurdistan, Iraq û navçe û cîhanê û tevahiya mirovayetiyê dixwazim.”

Roja 20.07.2020, Siûdiyê, bi fermî yekem roja Cejna Qurbanê diyar kir û îsal roja 31.07.2020 yekem roja Cejna Qurbanê ye.

Cejna Qurbanê ya îsal di demekê de ye ku vîrusa koronayê li hemû cîhanê belav bûye û li hemû welatan rêkar û rênimayên xweparastina ji vê vîrusê hatine danîn û tê çaverêkirin îsal ji ber wan rêkar û rênimayan di vê cejnê de xelk kêmtir serdana hev bikin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:59:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x