Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi temamî piştgiriya serdana Serokwezîrê Îraqê ya Amerîkayê dikin.

15.04.2024, Pts - 15:37

Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê derbarê serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Em bi temamî piştgiriya wê serdanê dikin û bawer dikin dê berjewendiyên hemû Îraqiyan li wir li ber çavan werin girtin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew hêvî dikin civînên Sûdanî bi awayekî erênî û serkeftî bin û bibin derfet ji bo bihêzêkirina pêwendiyên her du welatan.

Mihemed Şiya Sûdanî roja şemiyê bi şandeyeke hikûmet, parlemento û karsazên Îraqî re çû Washingtonê.

Sûdanî dê îro li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Cara yekem e ku Sûdanî wekî Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê.

Sûdanî berî ku ber bi Washingtonê ve bi rê bikeve gotarek pêşkêş kir.

Sûdanî ragihand ku yek ji armancên serdana wî ya Amerîkayê ragihandina bidawîbûna erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya Îraqê ye.

Vî nûçeyê tevayî: 158 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x