Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê êrişa li li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û bangî aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îraqê kir.

27.04.2024, Cts - 09:44

Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ku 4 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

“Ev êriş aramiya welêt dixwin metirsiyê û divê aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Îraqê erkê xwe ji bo rêgirtina li ber van êrişan bi cih bînin.

Kiryarên vê êrişê bên dîtin û li gorî yasayê bên cezakirin.”

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di êrişa li Kormorê de 4 karmendên Yemenî hatine kuştin.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan diyar kir ku êrişa dronî saet 18:45an hatiye kirin û lê ne diyar e ku ji ku hatiye avêtin.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de herwiha da zanîn:

“Ez bi tundî êrişa dronî ya li Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemala Silêmaniyê şermezar dikim ku mixabin di encamê de şehîd û birîndar hene.

Êriş bûye sedema kêmbûn û rawestana berhemanîna elektrîkê û jikarketina qada gazê.”

Piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Wezaretan ragihand ku piştî êrişê berhemanîna elektrîkê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:17:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x