Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê (16-05-2018) li Hewlêrê civîneke çapemeniyê saz kir û behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir.
Barzanî diyar kir, ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan berawirdê parêzgehên Iraqê li Herêma Kurdistanê bilindit bûye û got: “Herêma Kurdistanê hest pê dike ku ev hilbijartin li Iraqê destpêka qonaxeke nû ye û dixwaze li ser bingeha şîrîkatî û li hevkirinê li gel Bexdayê bigehe encamekî ku ji bo hemû gelên Iraqê bibe sedema xêrê. Herêma Kurdistanê bi vê hêviyê diçe Bexdayê. Bêguman di vê mijarê de yekrêziya aliyên Kurdî pir giring e û pêwîste em yekrêziya navxwe biparêzin û bi yekgirtî herin Bexdayê.”
Li ser pirsekî Barzanî da xuyakirin, ku heta niha wan bi fermî ji bo avakirina hikûmeta nû li gel ti aliyekê danûstandin nekirine û bi mesafe nêzîkî hemû aliyên Iraqê dibin.
Barzanî got: “Dema pêş dê şandên Kurdistanê herin Bexdayê û em ê li ser hîmê berjewendiyên gelê Kurdistan û gelên Iraqê danûstandina bikin.”
Derbarê nerazîbûna 6 partiyên Kurdî ya li ser encamên hilbijartinan Serokwezîr Barzanî wiha axivî:
“Ez weke serokwezîr daxwaza wan giring dibînim. Divê komîsyon daxwaza her şeş aliyên ku encamên hilbijartinan qebûl nakin, cidî werbigre û biryar bide. Ji bo me ya giring ew e, ku bi yekrêzî vegerin Bexdayê. Alîyên Kurdistanê ji vê proseyê nîgeran in. Lê divê komîsyon vê gavê bavêje. Ez weke serokwezîr daxwaz dikim ji bo derbaskirina van nîgeraniyan komîsyon kar bike. Nemana nîgeraniyan li Kurdistanê ji bo me giring e. Divê nîgeraniya van partiyan cidî were dîtin. Divê ji bo Silêmanî, Kerkûk herwiha Hewlêr û Duhokê jî heman awayî tişta pêwîst were kirin.”