Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê teslîm nebû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 37an a kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.

16.04.2024, Sal - 16:27

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê teslîm nebû
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 37an a kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku xelkê van deveran hêjayî xizmeta herî baş e.

Rejîma Sedam Husên sala 1987an gundên Balîsan û Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê kîmyabaran kirin.

Di vê kîmyabaranê de herî kêm 200 kesî canê xwe ji dest da.

Gelek kesên ku ji vê êrişê sax filitîne jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin bi başî bijîn.

“Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bibîranîna vê salvegerê peyamek belav kir û got:

“Îro salvegera 37 an a kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê ye.

Nemirî ji bo giyanê pak ê şehîdan û silav li kesûkar û malbatên wan ên serbilind û hemû qurbanî û lêqewimiyên tawanên rejîma berê ya Îraqê bin.

Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

“Gelê Kurdistanê teslîm nebû”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew herêm tim qada şoreş û tekoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê bûye û ji bo azadiya gelê Kurdistanê gelek qurbanî dane û pê de çû:

“Destpêka tawana kîmyabarankirina li ser gel û axa Kurdistanê bû rûpelekî reş di dîroka tawanbarên wê rejîmê de û bû nîşana zilma li ser gelê Kurdistanê.

Xelkê Balîsan, Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê yê camêr û welatparêz jî wekî hemû gelê Kurdistanê ji ber kîmyabaran û jehrîkirina ax, av û asmanê xwe teslîm nebû.

Wî xelkî jî li dijî zilm û zordariyê li ber xwe da û têkoşîna xwe ya li dijî sitem û diktatoriyê domand, ji ber vê yekê ew hêjayî xizmeta herî baş e.

Silav li hemû dilsozên ku dema kîmyabaranê alîkariya qurbaniyan kir û ji bo dermankirina birîndar û lêqewimiyan canê xwe xist metirsiyê.

Bila rihê şehîdan şad be û bîranîna wan her tim bi xêr be.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 113 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x