Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo danûstanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û mijara Serokomariya Iraqê gihişte Bexdayê û li gel rayedarên payebilind ên Iraqê di civînê de ye.

22.09.2018, Cts - 19:16

Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku vê êvarê (22-09-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi şanda li gel wî gihişte Bexdayê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya û li ser danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û mijara Serokomariya Iraqê gotûbêj kirin.

Biryar e di çarçoveya serdanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel rayedarên din ên payebilind bicive û gotûbêj bike. Herwiha divê PDK heta 25ê vê mehê navê berbijêrê xwe yê ji bo Serokomariya Iraqê bide parlementoyê.

Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di demekê de ye ku îro Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî serdana Hewlêrê kir û li gel Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya û behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêşhat û guhertinên herî dawî yên li hevkêşeyên nav proseya siyasî ya Iraqê hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 740 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:49:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x