Nêçîrvan Barzanî bi bîr anî ku Feylî ji ber Kurdbûna xwe hatine kuştin û got:
“Îro em salvegera biêş a çil û çaran a komkujiya Kurdên Feylî bi bîr tînin ku ji ber Kurbûna xwe û ji bo ku wan piştgirî daye Şoreşa Kurdistanê ji aliyê rejîma Îraqê ve hatine kuştin, girtin, ji welatê xwe hatine derxistin, hatine windakirin, nasnameya wan, mal û milkên wan ji wan hatine standin.”
“Çi ji destê me were em texsîr nakin”
Neçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê, komkujiya Kurdên Feylî qebûl kiriye û pê de çû:
“Em di salvegera vê komkujiyê de ji Hikûmeta Federal a Îraqê dixwazin ku tezmînata Kurdên Feylî bide wan, nasnameya wan û mal û milkên wan li wan vegerîne û pirsgirêkên wan çareser bike.
Em dê ji bo vê yekê jî tim hewl bidin û çi ji destê me were em texsîr nakin.”
“Divê ev dîrok ji bo me tevan bibe ders û şîretek”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi sûcên Îraqê yên ji bo nehiştina Kurdan da û got:
“Komkujiya Kurdên Feylî, hemû hewlên ji bo nehiştina Kurdan û tawanên li ser gelê Kurdistanê, dîrokeke reş û pêşerojeke tehl a tijexelet a Îraqê ne ku bûne sedema bêaramî û bêîstiqrariya welêt.
Divê ev dîrok ji bo me tevan bibe ders û şîretek û em li Îraqê ji bo paşerojeke baştir li ser hîmê bihevrejiyan û hevqebûlkirinê dersekê jê bistînin.
Silav li bîranîna û rihê pak ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê.”
Komkujiya Kurdên Feylî
Li Îraqê komkujiya Kurdên Feylî ji serdema paşatiyê ve dest pê kiriye û heta bi serdema rejîma Beasê berdewam kiriye.
Qonaxa herî dijwar a komkujiyê di serdema Beasê de bû.
Piştî ku sala 1980yî biryara bi hejmara 666an a Beasê derket, Kurdên Feylî ji warê xwe hatin derxstin û rejîmê dest danî ser hemû mal û milkên wan.
Salên 1980yî herî kêm 22 hezar ciwanên Feylî hatin bêserûşûnkirin, 5 hezar bazirganên Feylî xistin heps û zîndanan.
Îraqê derdora 600 hezar Kurdên Feylî şandin Îranê û bi hezaran Kurdên Feylî li ser rêyên koçê mirin.