Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Banka Navdewletî civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şanda Banka Navdewletî kir û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî ji bo sektora taybet dike û hewl jî dide ku li ser reforman berdewam bin.”

31.01.2019, Per - 06:07

Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Banka Navdewletî civiya
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya civînê, vê êvarê 30-01-2019an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Banka Navdewletî û IFC ya bi serokatiya Rêveberê Cîbicîkar û Ragirê Encûmena Komeleya Banka Navdewletî kir.

Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber serederiya serkeftî ya li gel qeyranên salên borî ku niha amaje ber bi başbûnê ve diçin û amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di warê reformên îdarî û pêşvebirina warê birêvebirin û aborî û peredarkirina projeyên jêrxana aborî de nîşan da.

Herwiha hevahengkarê IFC behsa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û projeyên stratejîk kir ku beşek ji wan ji aliyê wan ve hatiye peredarkirin û bi rêya sektora taybet ve hatine encamdan, amadebûna xwe jî nîşan da ku projeyên din ên sektora taybet di siberojê de peredar bikin daku jêrxana aborî baş bibe. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku sektora taybet ji bo pêşvebirina aboriyê giringiya xwe heye û ev piştgirî jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sektora taybet dibînin û piştgiriya xwe ji bo vê siyaseta Hikûmeta Herêm nîşan dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê serdanê kir û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di siyaseta xwe ya aborî de weke pêwîst dibîne ku sektora taybet roleke berbiçav bilîze ku her ev sektor dikare bibe dînemoya aboriyeke bihêz û di vê mijarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî ji bo sektora taybet dike û hewl jî didin ku li ser reforman berdewam bibin bi mebesta baştirkirina edayê hikûmetê û debara welatiyan û anîna sermayedarên biyanî bo Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de li ser rewşa aborî, pêşhatên herî dawî, gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê û mijara yasaya budceyê hat axaftin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 722 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:40:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x