Nêçîrvan Barzanî li Îranê ye

Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî çû Îranê.

06.05.2024, Pts - 10:01

Nêçîrvan Barzanî li Îranê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye û dê çend hevdîtinan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî dê îro ti hevdîtinan neke û sibe dest bi civînên xwe yên bi rayedarên Îranê re bike.

Armanca serdanê bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê ye.

Tê çaverêkirin ku Nêçîrvan Barzanî çend mijaran bi berpirs Îranê re gotûbêj bike ku yek ji wan dûrxistina Herêma Kurdistanê ji nakokiyên herêmî ye.

Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re bicive.

Li ser serdanê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax ji ajansa Rûdawê re axivî û got:

“Serdana Nêçîrvan Barzanî yek ji serdanên herî girîng ên di dîroka pêwendiyên dûr û dirêj ên her du welatan de ye.”

Li gorî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Îranê de tekezî li ser dostanî û hevpeymaniya stratejîk a di navbera Îranê de ku Kurdan li Îraqê wekî “hevpeymanê xwe yê stratejîk” dibîne tê kirin.

Debax diyar kir ku ji ber rewşa siyasî, dîrokî û cografî ya niha ya herêmê ne hêsan e ku Îran dev ji Herêma Kurdistanê berde û Herêma Kurdistanê jî dev ji Îranê berde.

Debax herwiha da zanîn ku divê partiyên siyasî yên Kurdistanê li ser başkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de xwedî nîqaşeke hevpar bin.

Serdana herî dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê, 2 sal û 9 mehan berî niha bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x