Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Kongresa Amerîkayê rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê û rewşa awareyên destê terorê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj kir.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku şanda Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye û pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê û wêrekiya Hikûmeta Herêmê û Pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê de û hewandin û parastina hejmareke mezin a aware û penaberan de daye.
Di hevdîtinê de ku vê êvarê (25-04-2019) li Hewlêrê bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin birêve çû, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekezî li daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Amerîkayê kiriye, herwiha spasiya alîkariyên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de kiriye û amadebûna Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna her metirsiyeke terorê de nîşan daye û destnîşan kiriye ku di vê mijarê de jî hevahengî û hevkariya Hewlêr û Bexda û hevpeymanan pêwîst e.
Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kurteyek li ser pêşveçûna rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û derbasbûna qeyranên salên borî pêşkêş kiriye û daxwaz ji welatên dost kiriye ku sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bikin û hevkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin di wan reforman de ku di warên cur bi cur de dest pê kirine.
Gotûbêjkirina avakirina deverên zirardîtî yên şerê DAIŞê, vegerandina awareyan bo cih û warên wan, peywendî û gotûbêjên Hewlêr – Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, aliyekî din ê civînê bûye.