Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Nivîskarên Kurd dike

Bi boneya salvegera damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrazbahî li tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê dike.

10.02.2023, Cum - 12:32

 Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Nivîskarên Kurd dike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrazbahî li tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê dike.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Ez 53 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, li Malbendê Giştî û li hemû nivîskar û edîbên Kurdistanê, bi germî pîroz dikim û serkeftinê ji wan ra dixwazim.

Bi vê minasebeta bi rêz û bi rûmet, li têkoşîn û xebata nîv sedsalê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin. Em xizmetkirina wan ya berbiçav ji bo wêje, ziman û çanda Kurdî û helwesta wan ya netewî di serdema pêşmergayetiyê û têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê da bilind dinirxînin.

Di denekê da ku em vê bîranînê pîroz dikin, em tekîdê li ser girîngiya berhevî û rola bi bandor ya nivîskaran di pêşdebirina canê welaperweriyê, çemk û buhayên mirovî, binyatdanana civakeka pêşkeftî, pêşxistina ziman û edebiyatê, parastina nasname û çanda Kurdî û kûrkirina hevqebûlkirin, pêkvejiya û toleransê dikîn.

Silav û nemirî ji bo canê paqijê nivîskarên şehîd yên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe bexşîne û ji bo hemû kesên ku jiyana xwe ji bo nivîsandin, afirandin û xizmeta ziman û wêjeya Kurdî terxan kiriye. Bîranîna wan her dem bi xêr be û silav ji malbatên wan yên serbilind ra.

Çavê me li berhem, berdewamî û afirandina zêdetir ya nivîskarên Kurd û Kurdistanê ye û wek her tim em dê piştgiriya wan bikin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.02.2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 541 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:23:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x