Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û bi Sûdanî re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê re gotûbêj dike.

14.05.2024, Sal - 15:45

Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û bi Sûdanî re dicive
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Gulanê serdana Bexdayê dike.

Dilşad Şehab diyar kir, Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsên hevbeş gotûbêj bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê roja 27-04-2024an jî serdana Bexdayê kiribû û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bûbû û piştre bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hejmarek berpirsên hikûmet û partiyan re civiyabû.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Iraqê di hevdîtinan de proseya siyasî, pêşhatên dawî yên Iraqê bi giştî û hewl û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser bingeha destûrê gotûbêj kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 355 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:41:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x