Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Fuad Hûsên xwest

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên sersaxî jê re xwest.

07.04.2024, Paz - 22:37

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Fuad Hûsên xwest
Nuçe Belav bike

Îro hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên Carolina Montesori ku xelkê Holandayê ye koça dawî kir.

Nêçîrvan Barzanî  jî ji ber koça dawî ya Carolina Montesori di peyamekê de sersaxî ji Fuad Husên û malbata wî re xwest.

Di peyama sersaxiyê de Nêçîrvan Barzanî got:

“Ji ber koça dawî ya hevjîna birayê xwe Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên sersaxiyê jê re dixwazim.

Ez ji dil hevbeşê xema wan im.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku Xweda ruhê merhûmê bi dilovaniya xwe şad bike û sebrê bide wî, zarokên wî, malbat û xizmên wan.”

Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:15:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x