Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski civiya.

30.03.2024, Cts - 22:43

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskî kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û navxweyî yên Îraq û Herêma Kurdistanê, peywendîyên Hewlêr- Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Ji bilê vê yekê mijara hilbijartina Parlementoya Kurdistanê, pêwendiyên Amerîkayê yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re jî hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser girîngiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dilgiraniyên aliyan anîn ziman.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê û parastina mafên hemû aliyan kir.

Gef û metirsiyên terorê û çend mijarên din ên di berjewendiyên her du aliyan de mijarên din ên civînê bûn.

Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x