Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li ser hilbijartinan axivîn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Seiler û şandeya pê re qebûl kirin.

16.04.2024, Sal - 16:31

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li ser hilbijartinan axivîn
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du alî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivîne.

Nêçîrvan Barzanî û Thomas Seiler destnîşan kir ku hilbijartin ji bo meşrûbûn û nûbûna pêvajoya demokratîk girîng in.

Seiler ji ber hewlên wî yên ji bo encamdana hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêkan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li hêla din, “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” û “gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkan” hatin nirxandin.

Thomas Seiler jî behsa hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Îraqê re yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Barzanî û Seiler nêrînên xwe yên li ser rûdanên dawiyê yên li herêmê û bipêşvebirina pêwêndiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re anîn zimên.

Her du aliyan da zanîn ku divê aştî û aramiya li herêmê were parastin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:49:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x