Îro Sêşem 11.9.2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletiya şerê DAIŞê Brett McGurk û şandeka li gel civiya.Li hevdîtinekê behsa rewşa niha ya Îraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, civînên parlemantoyê ji bo vê yekê kirin.
Di civînê de rola Herêma Kurdistanê û hevparî li piroseya siyasî ya Îraqê û pêkanîna kabîneya nû nirxandin û hêvî xwestin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihê , ku di berjewendiya hemû pêkhatên Îraqê de be û serdemeka nû li vî welatî destpê bike.
Herwiha herdu aliyan behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê kirin, ku biryar e li roja 30 Îlonê bihê sazkirin.McGurk kêfxweşiya xwe ji bo sazkirina hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hêvî xwest bi serkevtî rêve biçe.
Li dawiyê jî behsa dawîn pêşhat û rewşa deverê kirin.