Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê Latîf Cemal Reşîd pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gotûbêj kirin.

07.04.2024, Paz - 22:40

Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îraqê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îraqê Latîf Cemal Reşîd li Bexdayê civiyan.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa giştî ya welat, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser bingeha destûra Îraqê, tekezî li ser çareserkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û hemû pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Latîf Cemal Reşîd li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicihkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletî hevnêrîn bûn.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku  têgihîştina Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina li ser mijara mûçeyê dê bandoreke erênî li ser pêşxistina pêwendiyên her du aliyan bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û hewldanên Latîf Reşîd ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Latîf Reşîd di heman demê de bal kişand ser girîngiya piştevanîkirina bicihkirina bernameya Hikûmeta Îraqê.

Serokomarê Îraqê, rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsa mûçe û berdewamiya hewlên wî yên ji bo lihevnêzîkkirina aliyên siyasî û çareseriya pirsgirêkan jî bilind nirxand.

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:23:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x